2 polîsên Kurd ji hêla kujerên nenas ve hatine şehîdkirin

Li herêma di navbera Xurmato û Kîfrî de 2 polîsên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê hatine şehîdkirin. Hê jî nayê zanîn ka ew polîs bi destê kîjan hêzê hatine şehîdkirin.

3 Berfanbar 2017 - 08:37
3 Berfanbar 2017 - 08:37
 0
2 polîsên Kurd ji hêla kujerên nenas ve hatine şehîdkirin

Li gundê Xerre ya di navbera Xurmato û Kîfriyê de 2 polîsên Kurd hatine şehîd kirin. Yek ji wan polîsan xelkê Kifrî û yê din jî ji Cebareyê ye.

Her wiha li Germiyanê hat ragihandin ku, malbatên polîsan niha hewl didin termên wan werbigrin.

Hinek dengûbehs dibêjin, ku bi destê Heşda Şeibî hatine şehîdkirin. Lê hinek kes jî dibêjin, ew grûba çekdar a nenas polîs şehîd kirine. Herwiha tê gotin, ku beriya demekê hêzên ewelkariya Kurdistanê 2 çekdarên vê grûba nenas girtine. Wan jî ji bo tolhildanê polîsên Kurd girtine û ew kuştine.”

Di derbarê şehîd kirina herdu polîsên Kurd de tê gotin ku xelkê gundê Xerre dibêjin polîsên Kurd ji aliyê grûba çekdar a nenaskirî ve hatine şehîdkirin, ku piştî 16'ê Cotmehê li herêmê peyda bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1628 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:00:10