Min xwest vê carê hinekî li ser dagirkiriyê rawestim û bidim zanîn ku bê dagirkirî çawa destpê dibe.
Niha em weke kurd, çîroka tirkan ya ji asya navîn hatine dizanin. Dema hatine jî konê xwe li ser erda kurdan û kurdistana delal vegirtine.
Ji ber ku kurd mêvanperwerin, loma jî di destpêk de dengê xwe nekirin, cih û war dane wan. Kurdan gotin ma çend kon in. Tişt jê dernakev e.
Lê dema tirkên hov cihê nigê xwe saxlem kirin, bere bere erdê xwe ango cihê xwe jî zêde dikir û her ku diçû konekî din vedikirin.
Bi vekirina konan, bi destxistina zêdebûna erd, xwe jî hêdî hêdî xurt dikirin. Lê haya kurdan jê tuenbûn. Dem hat, êdî cih li tirkan kêm hat û destpêkirin erdê kurdan dagir kirin, kurd kuştin.
Bi vekirina çend konan kurdistan dagir kirin. Hin kurd kirin dostên xwe, hin mal û milk dane wan da ku ew li gel tirkan li brayê xwe xin. Her weha jî bû.
Bi vê yekî li gor fen û fûtan. Bi darê zorê. Bi lêdan û kuştina kurdan tirk bûne xwedî erda kurdan, dem hat wan êdî digotin;
"Em çaqilekî erdê xwe jî nadin". Yanî wî erdê kurdan ku wan dagir kirbû, îcar kirin yên xwe û dema kurdan xwest erda xwe azad bikin tirkan jî weha digotin.
Tirk bûne xwediyê erdê me, çawa erdê me bi dest xist her bi vê taqtîkê mejî yê kurdan jî bi dest xistin. Dema qewmek bê mejî bijî ew tenê dikare bibe xulam.
De ka em vê çîrokê bi hevre bixwînin û bibînin bê dagirkerî çawa pêk tê û hatiye...
Dibêjin, li gundekî yekî gundî ji xwe re xaniyekî gelekî xweşik, sipahî û delal çê dike. Dema axa derdikeva nava gund û wî xaniyî rind û xweşik dibîne, dilê wî bê hemdî dibêjê. Loma dihare ba ê gundî û jê re dibêje:
-Gundiyê delal xaniyê te bila li ser xêrê be. Lê ez dixwazim wî ji te bikirim. (Dikare bi darê zorê jî ji gundî bigire lê dixe destûr û qanûnê).
Ê gundê difikire ku bêje na, axa dikare bi zorê jê bigire. Loma xwe bi xe dibêje; "Divê ez jî li hember vê fena axê bi fenekê wî bixapînim" û dibêje;
-Ser çavan axayê min, lê ez dixwazim bila qadî, mele û hin mezinên gund ji di firotina xanî de amade bin, mesele tuneye.
Axa bangî Qadî, mele û çend kesên salmezinan dikin ew jî tên û axa dibêje:
-Ez dixwazim xaniyê vî camêrî bikirim, lê wî xwest ku hûn jî hazir bin û şahidê kirîna xaniyê min bin. Hûn bi xêr hatine.
Axa vegeriya li ser ê gundî û got:
-Ka tu heqê xaniyê xwe çiqasî dixwazî?
Ê gundî got:
-Axayê min, tu çi bide, min qebûl e. Lê bi şertê ez ê bizmarekî di dîwarê salona xênî de biçikînim û ew bizmar dê ê min be. Ez çawa bixwazim ez ê wî weha bi kar bînim.
Axa zêde li ser vê nafikire û dibêje ma bizmareke wê çi bike û ji gundî re dibêje;
-Baş e min jî qebûl e.
Xwediyê xênî vê carê li qadî, mele û wan gundiyên sal mezin dinêre û dibê;
-Binêre hûn şahidin. Ev bizmar wê ê min be û ez çawa bixwazim ez ê wî weha bi kar bînin.
Piştî erêkirina şahidan yê gundî, bizamrekî saxlem hinekî mezin û bi qawet di salano dîwarê xanî de dikute û ji axayê xwe re dibêje:
-Kerem bike axayê min, hûn hezar xêrî jê bibîne.
Axa perê gundî didê. Xanî êdî ê axa ye. Piştî demekê ê gundî eyarekî genî tîne û bi wî bizmarê xwe ve dadiliqîne. Bêhneke xerab jê tê.
Jin bûk û zayayên axa dinerên weha neba, bêhneke genê tê û ew bêhn her ku dihare li temam xanî belav dibe. Axa bangî ê gundî dike û jê re dibêje:
-Kuro lawa wî eyarê genî rake, kes nema dikarin ji ber wê bêhna genê li hundir bisekine.
Ê gundî dibêje:
-Axa yê min dema min xanî firot te, min got; ev bizmar ê min e, ez çawa bixwazim êz ê wî weha bi kar bînim. Şahidên me jî hene. Ji ber vê ew bizmar ê min e û min eyarê xwe pêde dardekirî ye.
Axa difikire nafikire rêyekê jê re nabîne. Bangî şahidan dike şahid jî dibêjin:
-Axa yê me dema te xanî kirî, camêr ev bazar kiribû ku ew bizmar ê wî ye. Çawa bixwazî weha bi kar tîne. Tiştekî ku em bikin tune ye.
Axa dinêre nabe, loma rojekê bangî ê gundî dike, xaniyê wî didê û nêviyê perên xwe digire. Kerçika hustiyê xwe dixwrîne û bi gavên mezin li qonaxa xwe bidigere...
Bi hêviya ev çîrok bê fêm kirinê ku min çima nivîsiye...
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.