42 sal di ser Enfalkirina Barzaniyan re derbas dibin

Îro 42 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas dibin. Proseya Enfalê ya li dijî Kurdan di nîvê duyemîn ê sedsala borî de, bi komkujiya Barzaniyan dest pê kir. Rejîma berê ya Iraqê, ev yek bi çend qonaxan pêk anî. Berî her tiştî, beşek ji Barzaniyan ji warê wan hatin koçberkirin.

31 Tîrmeh 2025 - 10:51
31 Tîrmeh 2025 - 10:51
 0
42 sal di ser Enfalkirina Barzaniyan re derbas dibin

Di salên 1970î de ew ji bo başûrê Iraqê hatin veguhastin. Piştre di sala 1978an de, beşek ji wan li kampên bi zorê yên wekî Diyana, Herîr, Behrike û Goretûyê di bin kontrola leşkerî ya tund de hatin komkirin. Di sala 1980î de jî hejmareke din a wan li kampên Qudis û Qadisiye yên li Qûştepeyê hatin bicîhkirin. Armanca sereke amadekirina wan bû ji bo qonaxa dawî, ku tinekirina wan bû.

Operasyona bi sê qonaxan

Li gorî belgeyên fermî yên rejîma Beisê, di dawiya meha Tîrmehê û destpêka Tebaxa 1983an de, hêzeke mezin û bi awayekî gelekî veşartî ku ji hêzên Rêveberiya Ewlekariya Hewlêrê, fewcên hawarçûnê û hêzên Pasdarên Komarî (Heres Cumhûrî) pêk dihat, kampên ku Barzanî lê bi cih bûbûn, dorpêç kirin. Piştre, girtina wan bi sê qonaxan dest pê kir:

Qonaxa Yekem (31.07.1983): Komkirina Barzaniyên li Qûştepeyê (kampên Qudis û Qadisiye) li derdora parêzgeha Hewlêrê.

Qonaxa Duyem (10.08.1983): Komkirina Barzaniyên li kampên Herîr, Diyana, Behirkeyê û gundên Mêrgesorê.

Qonaxa Sêyem (01.10.1983): Ji nû ve û bi awayekî hûr û kûr, lêgerîn li malên kampan hate kirin û kesên ku di carên berê de rizgar bûbûn, vê carê hatin girtin.

Belgeya fermî komkujiyê piştrast dike

Tiştê ku van rastiyan zêdetir piştrast dike, nivîseke fermî ya Rêveberê Giştî yê Ewlekariyê ye bi hejmara 84an di 29ê Adara 1989an de, ku ji Sekreteriya Serokatiya Komarê re şandiye.

Di nivîsê de wiha tê tekezkirin: "Di sibeha roja 1ê Tebaxa 1983an de, li ser daxwaza Rêveberê Giştî yê Ewlekariyê Dr. Fazil Berrak, hêzeke leşkerî ya ser bi Pasdarên Komarî ve, kampên 'Qudis û Qadisiye li Qûştepeyê' ku ji bo malbatên Barzanî hatibûn çêkirin, dorpêç kirine. Dest danîne ser hemû mêrên Barzanî yên ku temenê wan ji panzdeh salan mezintir bû û ew bi seyareyên mezin ji bo Bexdayê hatine veguhestin."

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:39:08