Divê em baş bizanibin ku pkk û dewletê ji bona kurd nebin xwedî dewlet û serxwebûna xwe li başûrê Kurdistanê ranegihînin, li bakur jî tu mafên demokratîk û jiyaneke rehet nebînin, sanoryoyek nivîsînin û her tim wê weke tiyatroyekê dilîzin.
Çi dema bêhna xwelkê bê ber wan. Çi dema hinekî aramî û rehetî li tirkiyê û bakurê kurdistanê bibe, aha wê demê pkk û hemû rêxistinên bi wê ve girêdayî, wê sanoryoya nivîskê dilîzin da ku aramî nemîne, tevlihevî tim hebe.
Di nava wê tevlîhevî û nearamiyê de xelk doza gelê xwe ji bîr dikin, bi meseleyên rojane mijûl dibin û bi tevliheviyê serê wan jî tevlîhev dibe. Ev jî tê hesabê dewletê û pkk da ku bikaribin bi rehetî rantên xwe bixwin û meseleya azadî û serxwebûna kurdistanê bi paşve bidin.
Bi salane ku dewlet û pkk vê dikin. Bi salane ku hê xelkê me û hin ji rêxistinên me yên ku ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanîne û weha difikirin ev yeka hê jî fêm nekirine. Çi ye ev yeka?
PKK fêrbûye ku çi dema bikeve tengasiyê, tiştekî weha dike da ku him xelk û rêxistinên din piştgiriya wê bike û him jî bi van kiryarana rûyê wê yê ku ji xelkê diyar dibe vedişêrin. Çi ye ew rû?
Ew rû ew e ku pkk û hemû rêxistinên bi wê vê girêdayî bê tirs û vekirî li her derekê didin diyarkirin ku ew kurdistanê naxwazin û xwestina tiştekî weha jî paşverûtiye. Ew niha ji serxwebûna başûrê kurdistanê acizin. Ji ber ku dizanin serxwebûna li başûr wê ronî û ruhiyeta kurdbûnê ji nûde di nava kurdan de belav bike. Çi dema kurd bi ruhiyeteke weha xwe binase, wê her dem kar û xebatê ji bona kurdistaneke serbixwe bikin. Aha ev jî ne li gor hesabê pkk ye. Û bi destxistina tiştekî weha dawî anîna wê ye...
Loma dibêjim ku divê kurd şiyar bin û bizanibin ku ev sanoryoya ji salin 1970 te hatiye nivîsên li ser dika kurdistanê baş tê lîstin ku kurd ji hemû hêjayiyên xwe dûr bikevin.
Çi dema pkk dikeve tengasiyê ango cih lê teng dibe û bi vê yekê helwesta wan ya ne ji bona kurd û kurdistanê diyar dibe, hema me re dibîne bûyerek weha kir ku ji aqailan dûr û ji vê jî piştgiriyeke xurt digire.
PKK bi zanetî dezgehên xwe, kesên xwe dide girtin û bi vê piraniya rêxistinên me yên ku ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, vê bûyerê protesto dikin û ev jî dibe piştgir ji bona wan.
Gelek ji rewşenbîran ha ha dinivîsînin û dibêjin; ê li hember vê bê deng bin nizanim çi ne û ne çi ne. Gelek ji kesên bê alî vê li gor hêz û taqata xwe proteso dikin û ji yên bê deng re gotinên ne di cih de dikin.
Loma ez jî dibêjim; brano xuşkno eva bû demeke gelekî dirêj ma we hê pkk nasnekirî ye? Ma hûn nizanin ku pkk tim wê sanaryoya jê re hatiye nivîsên dilîze. Ma hûn hê nizanin ku pkk tu caran naxwaze û nahêle ku kurd bighêjin mafê xwe. Ma hûn nizanin ku pkk li dij dewleta kurdî û serxwebûna kurdistanê ye. Ê baş e çima hin kurd û partiyên me xwe ji ber vê aciz dikin. Ma hûn fêm nakin ku bi vê yekê ev bi salan e ku çi dema xwîna pkk li ber qedandinê be, vê dike da ku xwîna xwe taze bike. Vê jî bi saya protestokirina partî û hin rewşenbîran digire..
Partî û rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, bila projeyên xwe yên xebatê pêşkêşî gelê xwe bikin û ji bona wan projeyan bikeve jiyanê karê xwe bikin.
Ma gelo îro rewşa bakurê kurdistanê ne diyar e ku hemû hêjayî têk birine û dibin û yên vê têk jî dibin hûn ji wan re dibin alîkar û piştgir. Ez nabêjim dijminanetiya pkk bikin. Lê hema carekê jî be eleqa xwe ji wê neynin û karê xwe bikin. Çi dema we ev kir hûnê bihêztir bibin.
Rewşenbîrno, mafê herkesî heye ku li gor xwe, li gor helwesta xwe nerînên xwe bêjin, protestoyên xwe bikin. Lê mafê tu kesî tune ye ku bêjin; \" ê vê protestno nekin ne kurd in. An ne demokrat in\".
Ez van vê bûyera talî ku girtina Seroka Belediya Dîyarbekirê Gultan Kışanak û alîgirê wê Fırat Anlı, yek ji vê lîstik û tiyatroyê dizanim û dibînim. Sedema wê jî ev e ku başûrê kurdistanê li ber serxwebûna xwe ye û hin partî li bakur xurt dibin. Evana herdu jî ne li gor hesabê pkk ye. Loma ji bona têkbirina van çi ji destê wê bê dê bike. Yên wan bûyerên wan yên ku ji bona tevliheviyê dikin protesto dikin jî dibin hevalbendên wan xerabiyan...
PKK û dewlet ji xwe re tiyatro dilîzîn. Divê êdî ev bê dîtin. Ma heta kengî em ê hê rastiyê nebînin û jiyaneke ne rastî bêjin.
26-10-2016
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.