Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li dorûbera gundên Şirnexê operaysoneke nû li dijî gerîlayên PKKê hatiye destpêkirin.
Da zanîn jî, 470 endamên hêzên ewlekariyê beşdarî operasyonê dibin û di roja yekemîn a operasyonê de du şikeft û 10 stargeh hatine jinavbirin.
Arteşa Tirkiyê pêr jî li çar bajarên wekî Diyarbekir, Mûş, Batman û Çêwlikê operasyon dabûn destpêkirin.