Li Xarpêtê şerê du grûpan: 3 birîndar

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de şer derket û di endamê de 3 kes birîndar bûn.

13.09.2023, Çar - 06:17

Li Xarpêtê şerê du grûpan: 3 birîndar
Nuçe Belav bike

Bûyer, derengê şeva borî li Xaçerêya Îmam Efendiyê ya li Taxa Ataşehîrê qewimî.

Heta niha nayê zanîn ka şer ji ber çi derketiye.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, ji ber sedemeke nediyar nîqaş di navbera her du grûpan de çêbûye û piştre veguheriye şerê bi çekan.

Di wî şerê bi çekan de 3 kes birîndar bûn, birînên yekî ji wan giran in.

Li ser agahdarkirina aliyên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 358 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:23:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x