Di bombebarana Tirkiyeyê de pêşmergeyek şehîd bû

Di bombebarana Tirkiyeyê de pêşmergeyek li nahiyeya Bamernê ya Amediyê şehîd bû.

06.12.2023, Çar - 06:19

Di bombebarana Tirkiyeyê de pêşmergeyek şehîd bû
Nuçe Belav bike

Balafireke şer a Tirkiyeyê îro serê sibehê navenda nehiyeya Bamernê ya Amêdiyê bombebaran kir.

Di encama bombebarana balafira Tirkiyeyê de pêşmergeyek şehîd bû û kesekî 33 salî jî birîndar bû.

Pêşmergeyê bi navê Elî Cemîl ê 44 salî, Xelkê Batîfayê ye û çûye Bamernê û rastî bombebarana Tirkiyeyê hatiye û şehîd bû.

Xelkê Bamernê ku ji ber bombebaran û topbarana Tirkiyeyê bêzar bûne û dibêje ti kes dengê wan nake û vê mijarê çareser nake.

Bavê wî pêşmergeyê Cemîl Keleş ji Rûdawê re got:

“Me mêvan hebûn û ew heta saet saet 10:30an jî li ba me bû û paşê çû malê. Piştî wê demê pirsiyara hevalekî dikir û digot em dê biçin karekê me heye. Nizanim çi bû.

Em çûn cihê bûyerê, yekî li wê derê coya avê çêdikir û ew bi dûriya 40 metreyan ji wî hatiye kuştin.

Ti pêwendiya wî bi wî kesî birîndar re nîne. Kesê birîndar bûye xelkê wî gundî bû û wî coya avê çêdikir.”

Metîn Sedîq ê 23 salî jî birîndar bûye û ew xelkê Bamerê ye.

Niha li nexweşxaneya Hawarçûnê ya Dihokê tê dermankirin û rewşa wî ya tenduristiyê baş e.

Li gorî gotina malbata ew ji bo çêkirina coyê çûye wê derê.

Mamê Metîn Sedîq, Bazîd Cemîk jî got, “Carna ji bo kar diçû wê derê û diwar çêdikir. Sibê diçû û paşê diçû ber pêz.”

Borduman bi dronan hatiye encamdan û yekem car e weha nêzîkî navenda Bamernê tê armanckirin.

Ji ber nêzîkiya cihê bûyerê piraniya xelkê Bamernê bi dengê bombebaranê ji xwe hişyar bûn.

Ev jî bû sedema tirsa li cem xelkê wê nahiyeyê.

Melayê gund Elî Şirtî jî got, “Rastî tirseke geleke mezin li deverê çêbûye ji ber gelekî nêzîk bû. Xelkê gund jî êdî nawêre ji gund derbikev ji ber mirin heye.”

Li nêzîkî cihê bombebaranê projeyeke avdêriyê tê çêkirin. Sibe berî ku karker herin ser kar bombebaran çêbûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:50:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x