Hewler: 3 kes ji ber tohmeta şewata Lengeyê hatin desteserkirin

Rêveberiya Asayîşê ya Hewlêrê 3 kes ji ber tohmeta şewata Bazara Lengeyê desteser kir.

16.04.2024, Sal - 20:04

Hewler: 3 kes ji ber tohmeta şewata Lengeyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan ji Rêveberiya Asayîşê ya Hewlêrê standiye, piştî lêkolînên asayîşê li ser çawaniya derketina agirê Bazara Lengeyê 3 hatin desteserkirin.

Herwiha dê hêzên ewlehiyê lêkolînê li ser tohmetbaran bike û îfadeya wan bistîne.

Roja 8ê Nîsanê agir bi Bazara Lengeyê ket û 48 dukan şewitîn.

Herwiha 27ê Sibatê jî agir bi Bazarê Lengeyê ketibû û ji ber wê şewatê jî 166 dikan şewitîbûn.

Tîmên Parastina Sivîlan û xwediyên dikanan jî di nav de herî kêm 90 kes jî birîndar bûn.

Li ser derketina agirê 27ê Sibatê jî 2 kes hatibûn desteserkirin.

Bazara Lengeyê li ser cadeya 100 metreyî ya Hewlêrê ye û sala 2018an jî agir bi bazarê ketibû û bi dehan dikan şewitîbûn.

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:09:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x