Wezareta Veguhestinê ya Iraqê îro 12/1/2023an di daxuyaniyekê de ragihand, îro demjimêr 1:49 erdhejeke bi pileya 3.6 navçeya Kelarê ya parêzgeha Germiyanê hejand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, xelkê navçeyê hest bi hejîna erdê kirin.
Ev yek piştî wê tê, duhî demjimêr 06:05ê serê sibê erdhejek bi pileya 3.5 li ser sînorê Iraq û Tirkiyê li parêzgeha Duhokê rû dabû, lê welatiyan hest pê nekiribû.
Wezareta Veguhastinê ya Iraqê daxwaz ji welatiyan kiribû jî ku hişyar bin, ji nûçeyên derew dûr bikevin û tedbîrên erdhejê yên ku ji aliyê Desthilata Giştî ya Keşnasiyê û Şopandina Erdhejan ve hatine dayîn, bi cih bînin