Parlamentarê Iraqî: Bexda naxwaze PKK ji Şingalê derkeve

Parlamentarê Iraqê Dr. Macid Şingalî li ser nîqaşên ji bo derketina PKKê ji Şingalê got, “Hikûmeta Iraqê di mijara derxistina PKKê ya ji Şingalê de ne cidî ye, helbet heger dixwazin PKK ji Şingalê derkeve, çima alîkariya wê dikin?”

12.01.2017, Per - 06:43

Parlamentarê Iraqî: Bexda naxwaze PKK ji Şingalê derkeve
Nuçe Belav bike

Li gor kdp.infoyê parlamentarê Iraqî Şingalî daxuyaniyên PKKê yên li ser wergirtina alîkariya Bexdayê bi bîr dixe û dibêje: "Berdevkê Hikûmeta Iraqê ji me re gotiye ku ew amade ne hêzeke hevbeş ji artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge li Şingalê bicîh bikin û PKK jî ji Şingalê derkeve, lê PKK bi xwe dibêje Bexda alîkariya me dike."

Li gor daxuyaniyên Şingalî, 'hebûna PKKê li Şingalê li dijî destûra Iraqê ye û nabe ji bilî hêzên Iraqê ti hêzeke din li navçeyê hebe.' Dr. Macid Şingalî di berdewamê de destnîşan dike ku hebûna PKKê li herêmê hem zirarê dide Herêma Kurdistanê hem jî rê li ber jinûve avakirina Şingalê û vegera xelkê digire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 908 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x