PDK-Î û Komele angaşta 'hêzên wan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatibine dorpêçkirin' red kir

Di torên civakî de gotegot belav bûne ku Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê dorpêç kirine û zorê didine wan ku xwe ji hinek navçeyên Herêma Kurdistanê vekişînin.

06.10.2022, Per - 05:27

PDK-Î û Komele angaşta 'hêzên wan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatibine dorpêçkirin' red kir
Nuçe Belav bike

Berpirsên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê gotegotên ku dibêjin Herêma Kurdistanê hêzên Rojhilatê Kurdistanê dorpêç kiriye red dikin.

Berpirsê Navenda Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawa Behramî îro Çarşemê ji Rûdawê re got, “Li ser vekişîna hêzên me û tiştekî wiha ti peyameke fermî negihîştiye me û ti ambargoya xorakê jî li ser hêzên me nehatiye danîn û em van hemû gotinan red dikin.”

Kawa Behramî diyar kir ku yên van gotegotan belav dikin, dixwazin ji wan û Herêma Kurdistanê re pirsgirêkan çêbikin.

Endamê Ofîsa Siyasî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Aram Muderîsî jî îro Çarşemê ji Rûdawê re ragihand, piştî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û karvedanên xelkê “Komara Îslamî ya Îranê dest bi belavkirina propagandayên nerast kiriye û armanca wê jî ew e ku hevsozî û hevxemiya û piştevaniya di nav Kurdên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de heye, xirab bike.”

Aram Muderîsî got, “Gotegot hene ku qaşo hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Herêma Kurdistanê ve rastî zextan hatine û ambargoya xorakê li wan hatiye kirin, ev gotegot derew in û ti rastiya wan nîne.”

Li gorî Aram Muderîsî, di salên dawî de û piştî êrîşên dawî yên Îranê jî, wan ji Başûrê Kurdistanê ji bilî hevxemî û piştevaniyê tiştekî nedîtine û anî ziman, “Em welatiyên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê piştrast dikin ku ne bi awayekî fermî û ne jî nefermî mijareke wiha bi ti hêzekê re nehatiye.”

Supaya Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona 2022an, êrîşî baregehên Pêşmerge û kampên penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kirin û di encamê de 17 kes şehîd bûn û nêzîkî 50 kes jî birîndar bûn, her wiha Îran ev 10 roj in deverên sînorî topbaran dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:38:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x