Serok Barzanî: Bi rêya saziyeke nedestûrî pêkanîna hilbijartinan tê ferzkirin

Serok Mesûd Barzanî, Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski qebûl kir û ragihand,”PDK hertim ligel pêkanîna hilbijartinan bû lê aliyên din 2 sal in rê li ber pêkanîna hilbijartinan digirtin.”

30.03.2024, Cts - 19:32

Serok Barzanî: Bi rêya saziyeke nedestûrî pêkanîna hilbijartinan tê ferzkirin
Nuçe Belav bike

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro Serok Mesûd Bazanî li Pîrmamê Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski pêşwazî kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Herwiha her du aliyan rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya derbarê hilbijartinan de jî nirxandin.

Serok Barzanî spasiya dostaniya Amerîkayê kir û got:

“PDK hertim piştevaniya pêkanîna hilbijartinan kiriye lê ev du sal in aliyên din rêgiriyê li hilbijartinan dikin û niha jî bi piştevaniya welatên derve hatine bi rêya saziyeke nedestûrî lîstikên siyasî bi budce û xwireka gelê Kurd dikin û ev jî ji bo lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku ji bo bêzarkirina gelê Kurd, şerê birçîkirina gelê Kurd dikin.

Herwiha Îraq demeke dirêj e, siyaseta îzolekirin û lawazkirina Herêma Kurdistanê dimeşîne û niha jî Dadgeha Federalî jî wek çek ji bo berdewamkirina vê siyasetê tê bikaranîn.

“Bêyî pêkhateyan parlamento nayê avakirin”

Di heman hevdîtinê de Serok Barzanî bal kişand ser daxuyaniya PDKyê û ragihand ku PDK alîgirê hilbijartinanên zelak û dûrî destwerdanên derve ye.

Barzanî amaje bi wê yekê jî kir hilbijartin bêyî beşdariya pêkhateyan nayên kirin û bêyî nûnerên pêkhateyan parlamento nayê avakirin.

Divê aliyên Îraqî jî pabendî rêkeftina di dema avakirina hevpeymaniya rêveberiya dewletê bin ku heta niha xalekê wê jî nehatiye bicihkirin.

Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ne tenê hilbijartin in û di heman demê de birîna mûçeyên xelkê û êrişkirina ser herêmê û pêkanîna siyaseteke şaş a li hemberî Herêma Kurdistanê ye.

Serok Barzanî da zanîn, eger hemû alî dixwazin PDK beşdarî hilbijartinan bibe, divê têbîniyên PDKyê yên ji bo lidarxistina hilbijartinên zelak û adil ku xizmeta aramî û proseya demokrasiyê dike li berçav bigirin.

Serok Barzanî herwiha anî ziman:

“Hilbijartineke ku bi rojeveke derve û destwerdanên neqanûnî û nedestûrî ji bo ferzkirina rewatiya derewîn pêk were dê çi aramiyê bi xwe re bîne û îradeya rastîn a dengdêran çawa îfade bike?”

Serok Barzanî destnîşan kir ku helwest û têbîniyên PDKyê gelekî zelal in û daxwaz ji civaka navneteweyî û aliyên siyasî yên Îraqê kir ku piştevaniya helwesteke dadperwer, zelal, yasayî û dûr ji her destwerdanê bikin.

Vî nûçeyê tevayî: 127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:08:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x