Serokwezir: Pêwîste diyaloga siyasî di nevber hemû pêkhatiyên Iraqê de, bê lidarxistin

Şro pêncşeymiyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşewazî li nûnerê sekreterê giştî yê NY(Netewên Yekgirtî) û şanda li gel de kir.

19.01.2017, Per - 16:18

Serokwezir: Pêwîste diyaloga siyasî di nevber hemû pêkhatiyên Iraqê de, bê lidarxistin
Nuçe Belav bike

Îro danê êvarê 19.01.2017ê di navber Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrwan Barzanî û nûnerê taybetê yê sekreterê NYê li Iraqê de, Jan Kubish û şanda gel de civînek pêk hat û Nûnerê taybet yê sekreterê NY di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî ziman û ew hemahengiya baş ku di naver hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê de heye ji bo şerê dijî DAIŞê bilind nirxand û hêvî kir ku asayiş û seqamgîrî ji bo deverên azad kirî bête dabîn kirin herwaha xelkê ku heta niha penaber bûye vegere ser mal û milkên xwe.

Kubish herwaha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşewazî li penaberên Mûsilê kirine ku bi sedema şer ber bi herêma Kurdistanê ve hatine.

Li ser mijara peyvendiyên di nevber Hewlêr û Bexdayê de nûerê taybet amaje kir ku di destpêkê de gotûbêj bi erênî destpê kirine û derencama wê, ew hemahengiye ye ku niha di navber herdu aliyan de heye, lê belê di beşên din de ew hemahengiye wek pêwîst nîne ji bo vê jî divê herdu alî hewlên cidî ji bo baştirkirina peyvediyan bidin li ser vê yekê jî, amedehiya nûnratiya NY ji bo her harîkariyekê anî ziman û diyar kir ku emê di raporta xwe de jî ku biryare li NewYorkê pêşkeşî NY bikin behsa hemû ew xalane, bikin.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya xwe ji bo serdan û hewlê NY ji bo avakirina hemahengiya leşkerî ya niha li navber Bexda û Hewlêrê de kir û amadebûa Herêma Kurdistnê ji bo destpêkirina diyaloga rasterast û cidî li gel hikûmeta ferderal de bi armanca, çareserkirina hemû arîşeyên ku di navber herdu aliyena de hene anî ziman.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşek din de amaje bi operasyona azadkirina Mûsilê kir û bi pêwîst jî zanî ku diyaloga siyasî di navber pêkhatiyên Iraqê de bê lidarxistin ji bo çareserkirina arîşeyên ku li deverê de avabûne bi sedema siyaseta şaş ya hikûmeta berî li devera Sunneyan de gelek arîşeyên bêdil qewimiya bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x