Amerîka 3700 leşkerên nû rê dike Iraq, Kuwêt û Koreya Başûr

Artêşa Amerîkayê di berdewama pirçek kirina xwe ya li welatên rojhilata navîn û rojhilatê Asyayê de 3700 leşkerên din rê dike Iraq, Kuwêt û Koreya Başûr.

21.05.2017, Paz - 10:12

Amerîka 3700 leşkerên nû rê dike Iraq, Kuwêt û Koreya Başûr
Nuçe Belav bike

Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ev nûçe piştrast kir û ragehand: ‘’Em dixwazin 3700 leşkerên nû rêbikin Iraq, Kuwêt û Koreya başûr.’’

Li gor heman daxuyaniyê biryare 3500 kes ji wan leşkerane havîna pêş me de, ji tîma duyem a zirxî ya wîlayeta Teksasê ve bo Iraq û Kuwêtê bên rêkirin.

Beşek ji wan hêzane cîhê tîma yekem a zirxî ku li Koreya başûr bicîh bûne, dê cîhê wan de erk bigre ango dê bên gohertin û bi piştevaniya şîrketên Amerîkayê ve li hember Koreya bakûr dê bên bicîh kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1765 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:22:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x