Amerîka jî bo ala Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Rayedarekî ji Wezareta Xebatên Derve di derheqê bilindkirina ala Kurdistanê de li ser dam û dezgehên fermî yên li Kerkukê pirsa rojnamevanekî bersivand.

30.03.2017, Per - 10:44

Amerîka jî bo ala Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Rayedarê Amerîkî di bersiva xwe de got: “Divê xelkê Îraqê ji bo Îraqeke azad, demokrat, pêkve û dewlemend bixebitin.”

Di demeke ku welatên weke Îraq û Tirkiyê bertekên tûnd dane vê biryara Parêzgeha Kerkukê de daxuyaniya Amerîka ya li jorê weke piştevaniyeke zimnî bo ala Kurdistanê hate şîrovekirin.

Lewra berî niha Neteweyên Hevgirtî li dijî biryara Parêzgeha Kerkukê derketibû û gotibû bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkukê dê metirsiya li bajêr zêde bike. Lê Amerîka bêyî ku hişyariyekê bike an jî rexneyekê bike şîroveyeke gilover kir. Ev jî weke bêdengmana li hember bilindkirina ala Kurdistanê hate nirxandin. Helbet bêdengmana Amerîka jî weke piştevaniyê tê qebûlkirin.

Di 16ê Adarê de Parêzgarê Kerkukê Necmedîn Kerîm ji Parêzgeha Kerkukê xwestibû ku ji bo bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkukê dengdanê bike. Parêzgeha Kerkukê jî di civîna xwe ya 28ê Adarê de mijar gotûbêj kir û bilindkirina ala Kurdistanê qebûl kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1530 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x