Li zanîngeheke Amerîkayê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li Zanîngeha Nevada Las Vegasê ya li eyaleta Nevadayê ya Amerîkayê êrişeke çekdarî hat kirin.

07.12.2023, Per - 08:19

Li zanîngeheke Amerîkayê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku di êrişê de herî kêm 3 kesan canê xwe ji dest daye.

Polîsê Nevadayê di daxuyaniya xwe ya li ser tora civakî Xê de ragihand ku çekdarekî li kampusa Zanîngeha Nevada Las Vegasê gule reşandine û gelek kes hatine gulebarankirin.

Polîsan ragihand ku êrişkar bi gulebarana hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest daye.

Ji xelkê hat xwestin ku ji cihê bûyerê dûr bikevin û biçin cihekî ewle.

Di Festîvala Muzîkê ya Harvestê ya ku sala 2017an hat lidarxistin de, çend kîlometre dûrî kampusa ku êriş lê hat kirin êrişeke çekdarî hatibû kirin û herî kêm 58 kesan canê xwe ji dest dabû û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x