Emmanuel Macron gehişt Israîlê

îro roja Sêşemê, 24ê Cotmeha 2023ê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo piştevanîkirina Israîlê gehişt Televîvê.

24.10.2023, Sal - 08:13

Emmanuel Macron gehişt Israîlê
Nuçe Belav bike

Serê sibeha îro roja Sêşemê, 24ê Cotmeha 2023ê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo piştevanîkirina Israîlê gehişt Televîvê.

Îro Serokê Fransayê Emmanuel Macron gehişt Televîva paytexta Israîlê û biryar e bi Serokwezîr û berpirsên bilind ên wî welatî re bicive. Armanca serdana wî jî nîşandana piştevaniyê ji bo wî welatî di şerê li dijî Hemasê de ye.

Li ser serdana Macron ji bo Televîvê, Koçka Êlîzê belav kiriye ku Fransa tekezê li ser parastina kesên sivîl û jêrxaneyan dike.

Yek ji tewerên din ên serdana Macron ji bo Televîvê lidûçûna çarenivîsê wan welatiyên Fransayê ye yên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x