Li Hatayê erdhejêke nû

Li navçeya Samandagê ser bi parêzgeha Hatayê roja 21ê Sibatê demjimêr 01:56 erdhejek bi hêza 4.2 pile û li navçeya Nurhakê ser bi parêzgeha Mereşê jî roja 21ê Sibatê demjimêr 02:21 bi hêza 4.4 pile erdhejek çêbûn.

20.02.2023, Pts - 17:27 [ Güncellenme: 21.02.2023, Sal - 06:46 ]

Li Hatayê erdhejêke nû
Nuçe Belav bike

Şeva Duşemê 20ê Sibata 2023an dû erdhejên bi hêza 6.4 û 5.8 pileyên rîxterê navçeyên Defne û Samandagê yên parêzgeha Hatayê hejandin. Ew erdhej li Hatayê bûn sedema zerar û ziyanên canî. 6 kesan canê xwe jidest dan û 294 kes birîndar bûn.

Piştî erdhejê li herêmê gelek erdhejên paşekî çêbûn. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Samandagê 21ê Sibatê demjimêr 01:56 bi hêza 4.2 pile erdhejek çêbûye, ku kûrahiya wê 7 kîlometre bû.

Li navçeya Nurhakê ya Mereşê jî, roja 21ê Sibatê demjimêr 02:21 bi hêza 4.4 erdhejek bi kûrahiya 7.67 kîlometreyan çêbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x