9 qeyyûm ji peywîrê hat dur xistin

Hat ragihandin jiber rapora beçavkera 9 qeymeqamên ku li şaredariyên DBPê wek qeyûm hatibûn tayînkirin ji wezîfê hatin dûrxistin.

24 Tebax 2017 - 05:41
24 Tebax 2017 - 05:41
 0
9 qeyyûm ji peywîrê hat dur xistin

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiye'yê, li ser giliyên ku dihatin kirin mufetiş wezîfedar kirin û piştî raporta mufetişan 9 qeymeqamê ku li şûna şaredarên DBPê hatibûn tayînkirin ji wezîfê hatin dûrxistin.

Wezareta Karên Navxweyî bi ‘Biryarnameya Havînê ya Amirên Îdareya Milkî' biryarnameyek belav kir û li gorî wê; Qeyûmê Cizîrê Ahmet Adanur, Qeyûmê Kayapinara Amedê Mustafa Kiliç, Qeyûmê Yenişehira Amedê Mehmet Ozel, Qeyûmê Melezgirt'ê Soner Kirli, Qeyûmê Muradiya Wanê Fatih Çelikel, Qeyûmê Miksa Wanê Serhat Karabektaş, Qeyûmê Çelêya Colemêrgê Metmet Mut, Qeyûmê Şemzînana Colemêrgê Muhammet Fuat Turkman û Qeyûmê Karakoçana Elezîzê Cemil Sarioglu ji wezîfê hatin dûrxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1531 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:53:37