Agir berbûye palîngeheka Hewlêrê
Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê ragehand, “Li ser rêya Gwêrê, agir berbûye palîngeheka neftê”.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Elî îro (Sêşem, 30.1.2024) ragehand, “Şevêdî seet 02:00, li ser rêya Gwêr-Hewlêrê, agir berbû palîngeheka neftê û heta niha tîmên Bergiriya Şaristanî di bizava kontirolkirina wî agirî de ne”.
Karwan Elî herwesa got, “Sedema wê agirberbûnê heta niha diyar nîne û lêkolîn li ser wê rûdanê hatine destpêkirin”.
Li dû zanyarên K24ê, ji bilî zirarên madî, du kes jî birîndar in. Herwesa ew palîngeh yek ji wan palîngehan e yên ku şertên silametiyê tê de nînin.
Nûvekirina herî dawî: 17:39:42