Alina Romanowski: Pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê dê bihêz bimînin

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski di twîtekê de ragihand, ew kêfxweş e ku li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiyaye.

9 Hezîran 2023 - 06:49
9 Hezîran 2023 - 06:49
 0
Alina Romanowski: Pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê dê bihêz bimînin

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski di twîtekê de ragihand, ew kêfxweş e ku li Hewlêrê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiyaye û got: “Pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê dê bihêz bimîne.”

Alina Romanowski li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez kêfxweş im ku vegeriyam Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyam.”

Romanowski herwiha diyar kiriye: “Li ser mijara rêkeftina li ser budceya giştî û mijarên din ên li ser petrol û gazê, ez hevahengiyên navbera Bexda û Hewlêrê han didim, ku dibe piştevan ji bo seqamgîrî û asayîşa Iraqê.”

Balyoza Amerîkayê dibêje: “Pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê dê bihêz bimîne.”

Ev nûçe bi tevahî 795 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:53:13