Dolar û Euro rekoreke nû tomar kirin

Dolarê Amerîkî li hember Lîreya Tirkî rekoreke dîrokî tomar kir û dolarek gihîşt 23,56 Lîreya Tirkî û Euro jî gihîşt 25,73 lîreyan.

9 Hezîran 2023 - 03:59
9 Hezîran 2023 - 03:59
 0
Dolar û Euro rekoreke nû tomar kirin

Lîreya Tirkî nirxê xwe yê beramber pereyên biyanî roj bi roj ji dest dide û îro jî rekoreke nû li ser vê nirx jidestdanê hate tomarkirin. Îro danê sibe li bazarên Tirkiyê dolarekî Amerîkî gihîşt 23,56 lîreyan û Euro jî gihişte 25,73 lîreyan.

Siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya kêmkirina faîzan û gelek sedemên siyasî yên curbecur û siyasetên aboriyê dibe sedema kêmbûna nirxê lîreyê. Lîre li gor sala borî nirxê xwe ji sedî 28 kêm kiriye û piştî hilbijartinê tê çaverekirin ku nirxê xwe bi dijwarî kêm bike.

Ev nûçe bi tevahî 1155 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:59:17