Li heşt parêzgehên Îranê lehî rabû

Li heşt parêzgehên Îranê lehî rabû û canjidestdan û birîndarbûna nêzîkî 60 kesan derket holê.

9 Hezîran 2023 - 06:53
9 Hezîran 2023 - 06:53
 0
Li heşt parêzgehên Îranê lehî rabû

Serokê Rêxistina Hawarçûnê ya Îranê Cehfer Mîadfer ragihand, ji ber lehiyê li heşt parêzgehan, 6 kesan canê xwe ji dest dan û herî kêm 53 kesên din jî birîndar bûn û çendîn kes jî winda ne.

Cehfer Mîadfer diyar kiriye, piraniya qurbaniyan li parêzgeha Esfehanê bûne, ku çar kesan canê xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne. Herwiha her yek li parêzgehên Azerbaycan û Erakîş kesekî canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 634 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:22:19