Amedsporê serokê xwe yê nû hilbijart

Tîma Amedsporê ku di Lîga 2'yemîn a futbolê ya Tirkiyê TFF'ê de dilîze, îro li bajarê Amedê 7'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di kongreyê de Serokê Amedsporê yê nû hat hilbijartin.

2 Tîrmeh 2023 - 15:51
2 Tîrmeh 2023 - 15:51
 0
Amedsporê serokê xwe yê nû hilbijart

Li gorî ragihandinan, tîma Amedsporê îro li tesîsên Şeyhmus Ozer li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê heftemîn kongreya xwe ya asayî saz kir.

Li gor nûçegihanê Rûdawê, di kongreyê de Azîz Elaldî wek Serokê Amedsporê yê nû hat hilbijartin.

Beriya destpêkirina kongreyê, wek rêzgirtin plaket pêşkêşî serokê berê yê Amedsporê Selahattîn Yildirim jî hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1372 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:15:19