Amerîka: Ebadî û hikûmeta Kurdistan li ser her aliyê ve civiyane!

Berdevak Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê ragihand ku DYA piştgiriya diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê dike û ji bo wê dixebite.

18 Mijdar 2017 - 06:10
18 Mijdar 2017 - 06:10
 0
Amerîka: Ebadî û hikûmeta Kurdistan li ser her aliyê ve civiyane!

Nauertê du civîneke rojnamevanî li dar xist û tê de got: "Serokwezîrê Heyder Ebadî bi hikûmeta Hewlêrê re civiyaye û herwiha civînên rasterast ên leşkerî di navbera herdû aliyan de çêbûne ji bo kêmkirina aloziyên leşkerî".

Herwiha berdevkê Amerîkî Nauert di berdevamiya axaftina xwe de nêzîkbûna navbera Hewlêr û Bexda û civîn û hevdîtinên navbera herdû aliyan wek "gaveke erênî" bi nav kir û teqez kir ku welatê wê her dê piştgiriyê bide daku diyalogeke avaker di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dewam bike.

Nauert bal kişand ser vî yekê û diyar kir ku herdû alî li ser hemû astan dicivin û AmerÎka piştgiriya wan civînan dike.

Ev nûçe bi tevahî 1312 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:31:08