Herêma Kurdistanê: Divê Amerîka roleke bi bandortir bilîze!

Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîka dike, ku roleke wê ya bi bandor hebe ji bo asayîkirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

18 Mijdar 2017 - 05:35
18 Mijdar 2017 - 05:35
 0
Herêma Kurdistanê: Divê Amerîka roleke bi bandortir bilîze!

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di çarçova hevdîtinekê de ligel Alîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Robert Karem de daxwaz ji hikmeta Amerîka kir, roleke wê ya bi bandor di jihevnêzîkirina Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hebe.

Herwiha di civînê de, Felah Mistefa daxwaz ji Amerîka kir pêgeha xwe ya bihêz bikar bîne, ji bo aramkirina rewşê û hewl bide dirêjiyê bi wê agirbesta ku di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye, bide.

Ev nûçe bi tevahî 1662 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:11:20