Birîndarekî din ê teqîna Duhokê de canê xwe ji dest da

Rêveberê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê Ebdullah Îhsan ragihand, birîndarê heftemîn ê teqîna Duhokê Mihemed Mehmûd jî canê xwe ji dest da.

26 Mijdar 2022 - 05:24
26 Mijdar 2022 - 05:24
 0
Birîndarekî din ê teqîna Duhokê de canê xwe ji dest da

Şeva Duşemê 21ê Mijdara 2022an li Duhokê di encama teqîna tankeke gazê firinekê de heta niha 7 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar in.

Bi candana Mihemed Mehmûd hejmara qurbaniyên teqîna Duhokê derket 7an.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Çarşemê 23ê Mijdara 2022an serdana Duhokê kir û beşdarî şîna qurbaniyên teqînê bû, her wiha serdana birîndarên teqînê jî kir.

Teqîna tankê gazê li Duhokê piştî wê yekê hat ku roja Pêncşemê 17ê Mijdara 2022an li Silêmaniyê ji ber teqîna tankeke gazê, xaniyekî sê qatî hilweşiya û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Ev nûçe bi tevahî 339 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:10:25