Bo 41 bajaran hişyariya baranê

Saziya Keşnasiya Tirkiyê, bo 41 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde da.

5 Avrêl 2023 - 04:11
5 Avrêl 2023 - 04:11
 0
Bo 41 bajaran hişyariya baranê

Li gor ragihandina Saziya Keşnasiyê ligel hejmarek parêzgehên Tirkiyê îro 5ê Nîsanê tê çaverêkirin li parêzgehên Dîlok, Kilîs, Semsûr û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê baraneke zêde bibare. Herwiha li bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî baran dibare.

Saziya Keşnasiyê herwiha derbarê lehî, bahoz, teyrok û pirsgirêkên hatûçûnê de hişyarî da. Ligel baranê pileyên germê 2 pile dadikevin.

Herwiha bi taybetî li Rihayê li bajarên Bakurê Kurdistanê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê egera toz barînê heye.

Ev nûçe bi tevahî 987 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:22:09