Çekdarên nenas endamekî YNK'ê kuşt

Çekdarên nenas duh êvarî endamekî Lijneya Organîzator a Azadî ya girêdayî rêxistinên YNKê yê Xaneqînê li gundê Şîrikê yê girêdayî Xaneqînê kuştiye.

22 Mijdar 2017 - 08:12
22 Mijdar 2017 - 08:12
 0
Çekdarên nenas endamekî YNK'ê kuşt

Medyaya nêzîkî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) ragihand, çavkaniyeke taybet ji wan re diyar kiriye ku çekdarên nasnameya wan nediyar duh bi şev welatiyê bi navê Elî Hisên Merûf li gundê Şîrikê yê Xaneqînê kuştiye û diyar kir ku Merû endamê Lijneya Organîzator a Azadî ya girêdayî rêxistinên YNKê yê wê navçeyê ye.

Herwiha Çavkaniyê diyar kiriye ku kesê hatiye kuştin ji kadirên çalak ên YNKê bû û teqez kir ku rêxistinên YNKê yên Xaneqînê bi awayekî fermî ji hêzên ewlekariyê xwestiye ku lêpirsînê di vê bûyerê de bike û kesên ev tawan kiriye radestî dadweriyê bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1947 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:11:02