Garantîya Amerîkayê Kurd in!

Profesorê Zanîngeha Enqereyê û nivîskarê Tirk Îlhan Uzgel, di nivîsa xwe ya di Gazeteduvar'ê de li ser rewşa Sûrîyê, Rûsya û Amerîkayê rawestîya û anî zimên ku Amerîka li Sûrîyê mayînde ye û jê dernakeve.

22 Mijdar 2017 - 08:55
22 Mijdar 2017 - 08:55
 0
Garantîya Amerîkayê Kurd in!

Îlhan Uzgel, di nivîsa xwe de bawer e ku, Rûsya û Amerîkayê li ser Sûrîyê li hev kirine, Amerîka li Sûrîyê mayînde ye û ji bo vê yekê jî xweserîya Kurdan li Sûrîyê şert e.

Uzgel, di nivîsa xwe de dibêje: "Destkeftina Amerîka ya herî mezin ew bû ku bi saya serê Kurdan li Sûrîyê bi artêşî bi cîh bû. Bi vî awayî, ji dema şerê sar û heta niha cara yekem e ku li welatekî nêzîkî Rûsyayê 10 baregehan ava dike. Êdî eşkere ye ku piştî şerê ÎŞÎDê jî wê ew baregehên leşkirî li Rojavayê Feratê bimînin. Tiştê ku mayîndeya Amerîkayê li Sûrîyê garantî û misoger dike jî xweserîyek e. Amerîka di vê derbarê de pir hesas û zîz e û ji ber vê ye ku giranîya xwe dide HSD“.

Li gor Îlhan Uzgel, heke Amerîka dev ji Kurdên Sûrîyê berde, wê li Rojhilata navîn derbek mezin bixwe û wendabûnek mezin bijî û dibêje:"Şert û mercên senaryoya ku Amerîkayê li Iraqê anî serê Kurdan, li Sûrîyê ne mimkin e. Ango, di bin şert û mercên îro de Amerîka nikare terka Kurdên Sûrîyê bike. Li Sûrîyê hebûna Amerîkayê bi xweserîya Kurdan ve girêdayî ye û di şertên îro de Amerîka nikare dev ji van destkeftîyên xwe yên stratejîk berde. Heke Amerîka li Sûrîyê terka Kurdan û destkeftîyên xwe yên stratejîk bike, wê li hember Rûsya û Îranê bi temamî têk biçe“.

Ev nûçe bi tevahî 1166 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:18:59