Cîgira Sekreterê Giştî yê NYê serdana Herêma Kurdistanê dike

Cîgira Sekretera Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) ya karûbarên siyasî û bingeh kirina aştiyê geheşt Bexdayê û biryare serdana Herêma Kurdistanê bike.

23 Çile 2023 - 04:22
23 Çile 2023 - 04:22
 0
Cîgira Sekreterê Giştî yê NYê serdana Herêma Kurdistanê dike

Nûnera Taybet a NYê li Iraqê (UNAMI) di tora xwe ya fermî ya Twitterê de ragehand ku Cîgira Sekreterê Giştî ya NYê ya karûbarên siyasî û bi bingeh kirina aştiyê Rosemary Dicarlo geheştiye Bexdayê.

Li gor daxuyaniya UNAMI Rosemary Dicarlo heta 24ê mehê dê bimîne û dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li gel berpirsên herêmê û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jin û ciwanan jî bicive.

Ev nûçe bi tevahî 888 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:24:52