Dolarê Amerîkî ji 25 Lîreyê Tirkî derbas kir

Piştî bilindkirina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ya Tirkiyê ve, bihayê Lîreyê Tirkî li hember Dolarê Amerîkî dîsa daket û her Dolarek 25 Lîre derbas kir.

23 Hezîran 2023 - 06:09
23 Hezîran 2023 - 06:09
 0
Dolarê Amerîkî ji 25 Lîreyê Tirkî derbas kir

Banka Navendî ya Tirkiyê duh biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de eşkere kir.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê duh ragihand, rêjeya faîzê ji sedî 8.5an bo sedî 15an hat bilindkirin.

Piştî wê biryarê, bihayê Dolar û Euro li hember Lîreyê Tirkî berevajî texmînan careke din bilind bû.

Li gor borseyên Tirkiyê, îro di demjimêr 12:09 xulekan de bihayê Dolarekî Amerîkî gihîştiye 25.24 Lîreyê Tirkî. Herwiha bihayê her Euroyek jî bûye 27.38 lîreyê Tirkî.

Ev nûçe bi tevahî 921 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:24:15