Du top li gundê Guherzê yê li Amediyê ketin

Du top li gundê Guherzê yê li navçeya Dêrelûkê ya li Amêdiyê ketin û tenê ziyanên madî çêbûn.

20 Tebax 2023 - 14:26
20 Tebax 2023 - 14:26
 0
Du top li gundê Guherzê yê li Amediyê ketin

Li gorî ragihandina peyamnêrê K24'ê da zanîn, îro Yekşemê (20.08.2023) danê êvarê 2 top li gundê Guherze ketin tenê ziyanên madî derketin.

^Hat gotin ku, heta niha nayê zanîn kê ew gule top avêtine.

Di dema borî de çend caran bûyerên bi vî rengî li gundê Guherzê yê rû didin.

Dubarebûna topbaran û bombebarankirina deverê, tirs û nîgeranî di nava gundiyan de peyda kiriye û jiyan û berjewendiyên wan li devera wan dixe metirsiyê.

Ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê dem bi dem wan deveran bombebaran bike û ji bilî ziyanên canî û madî, ziyanên mezin gihîşte navçeyên çandinî û geştiyariyê.

Ev nûçe bi tevahî 586 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:39:48