Êrişa PKK'ê de 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin

Hat ragihandin ku 3 serbazên Artêşa Tirkiyê di operasyona ser sînorê Herêma Kurdistanê de hatin kuştin, 2 serbaz jî birîndar bûn.

27 Avrêl 2022 - 05:26
27 Avrêl 2022 - 05:26
 0
Êrişa PKK'ê de 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin

Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di operasyona Pence-Kilît ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê de, hêzên wan rastî êrişeke roketan hatine.

Li gor agahiyên destpêkê, di encamê de 3 serbaz hatin kuştin, 2 serbaz jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê, hefteyek e li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên mîna Metîna, Zap û Avaşînê dest bi operasyoneke berfireh li dijî PKKê kiriye û heta niha jî didome.

Ev nûçe bi tevahî 805 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:54:25