Erzırom: Li navenda bazirganiyê teqîn

Li navendeke bazirganiyê ya li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê teqînekê rû da.

14 Mijdar 2023 - 05:26
14 Mijdar 2023 - 05:26
 0
Erzırom: Li navenda bazirganiyê teqîn

Li gorî agahiyan, teqîn di hundirê kafeyekê de çêbû û di encama teqînê de xisar gihişt navenda bazirganiyê.

Li ser agahdarkirinê AFAD, tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên Gaza Xwezayî ya PALENê çûn cihê bûyerê.

Tê texmînkirin ku teqîn ji ber gazê pêk hatiye.

Di encama teqînê de dîwarên kafeyê hilweşiyan û camên wê şikestin.

Hin welatiyên ku ji dûxanê bandor li wan kiriye ji aliyê tîmên tenduristiyê ve, li cihê bûyerê hatin dermankirin.

Ev nûçe bi tevahî 539 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:32:23