Hevjina xwe kuşt, 3 zarokên xwe birîndar kirin û xwe jî kuşt

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bavê ku bi tifingê hevjîna xwe kuşt, jê 3 zarokên wî, 4 kes birîndar kirin û paşê jî xwe kuşt.

28 Îlon 2023 - 09:02
28 Îlon 2023 - 09:02
 0
Hevjina xwe kuşt, 3 zarokên xwe birîndar kirin û xwe jî kuşt

Alî Y. (38), li mala xwe ya li Taxa Kanaliciyê ji ber sedemeke nediyar bi hevjîna xwe re ket nîqaşê ku li ber hevdûberdanê bûn.

Piştî ku nîqaş mezin bû Ali Y, gule berdan hevjîna xwe Medîne Y. (33), zarokên xwe A.V.Y. (18), B.Y. (19), Î.Y. (12) û Z.Tyê (33).

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Medîne Y. li cihê bûyerê miriye.

Tîmên tendurisityê herwiha jê 3 zarok 4 kesên birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Polîsên ku ji bo girtina Alî Y. xebat dan destpêkirin, ew li baxçeyê mizgefta Kanaliciyê mirî dît.

Hat diyarkirin ku Alî Y. xwe jî bi heman tifingê kuştiye.

Ev nûçe bi tevahî 1176 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:17:48