Îranê yekemîn xwepêşander bi darve kir

Desthilata Dadê ya Îranê ragihand, xwepêşanderek bi navê Muhsin Şikarî ku meha Îlonê di xwepêşandanekê de li Tehranê hatibû girtin û bi Muharebe anku dijatiya ligel Xwedê hatibû tohmetbarkirin, îro serê sibehê hatiye bidarvekirin

8 Berfanbar 2022 - 06:40
8 Berfanbar 2022 - 06:40
 0
Îranê yekemîn xwepêşander bi darve kir

Ajansa Mîzan a Desthilata Dadê ya Îranê ragihandiye, dadgehê biryara darvekirinê derbarê wî ciwanî de dabû û piştî ku îtîraza wî ya li dijî biryara dadgehê ji aliyê Dîwana Bilind a Dadê ya Îranê ve hat redkirin, îro Pêncşembê 8ê Kanûna 2022an biryara darvekirinê hat cîbicîkirin.

Ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve jî ragihandiye, Muhsin Şikarî ku di xwepêşandeke meha Îlonê de li Tehranê, cadeya Settarxan girêdabû û bi derbên kêrê endamekê hêzên ewlekariyê birîndar kiribû, îro serê sibehê hat îdamkirin.

Ev nûçe bi tevahî 962 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:24:12