Iraq li dijî DAIŞê dest bi operasyoneke leşkerî ya mezin dike

Artêşa Iraqê îro Şemiyê dest bi qonaxa duyemîn a operasyona leşkerî ya ji bo şopandina paşmahiyên DAIŞê li hejmarek parêzgehan kir.

18 Sibat 2023 - 13:19
18 Sibat 2023 - 13:19
 0
Iraq li dijî DAIŞê dest bi operasyoneke leşkerî ya mezin dike

Artêşa Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “Sê fermandariyên operasyonan El-Cezîre, Rojavayê Neynew û Selahedîn, bi armanca berdewamîkirina zexta li ser hêmanên ku tevgera çeteyên DAIŞ'ê lê hene, dest bi operasyona (Şûrên Rastiyê – Qonaxa Duyem) kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev operasyon, beşek ji operasyoneke mezin e, ji hefteyekê ve berdewam dike û hemû hêzên ewlehiyê bi piştgiriya hêzên asmanî tê de beşdar in.

Di daxuyaniyê de agahiyên zêdetir nehatin dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 538 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:13:00