Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir: Gelek leşkerên kuştî û birîndar hene

Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê, li Deraayê êrişî hêzên wan kiriye.

25 Cotmeh 2023 - 05:19
25 Cotmeh 2023 - 05:19
 0
Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir: Gelek leşkerên kuştî û birîndar hene

Li gorî daxuyaniyê, êriş şeva borî saet 01:45an pêk hatiye.

Di vê êrişa esmanî ya li Deraayê de 8 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

Vê erişê herwiha ziyanên madî jî gihandine parêzgeha Deraayê.

Li aliyê din, Îsraîlê vê mehê 3 caran balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kirin.

Di van bombebaranan li balafirgehan ziyanên madî çêbûn.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku di vê êrişê de 11 leşker hatine kuştin, 10 leşker jî birîndar bûne.

SOHRê destnîşan kir ku 4 ji leşkerên kuştî fermandar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 877 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:21:42