Kanadayê: Di lûtkeya NATOyê de giringî bi rewşa Efrînî tê dan

Li ser rewşa Efrînê û di bersiva pirseke K24 de, Wezîrê Bergirî yê Kanadayê Harjit Sajjan got, ew ji rewşa li bajarê Efrînê nîgeran in û di lûtkeya 20ê ya NATOyê de giringiyê bi wê bidin wê pirsgirêkê.

15 Sibat 2018 - 03:20
15 Sibat 2018 - 03:20
 0
Kanadayê: Di lûtkeya NATOyê de giringî bi rewşa Efrînî tê dan

Harjit Sajjan tekez kir ku, Hevpeymanîya NATOyê liser vegerandina aramiyê û kêmkirina aloziyan kar dike û li her cihekî be, ew armanca wan e.

Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve ji 20ê meha bûrî ve êrîşî ser bajarê Efrînê dikin û ta niha di encama êrîşa firoke û topxaneya Tirkiyê zêdetir ji 180 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 400 kesan jî birîndar bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1395 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:49:58