Sûriye: Bila kurd û erebên bakûrê Sûriyê li dijî artêşa Tirkiyê bibin yek!

Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad bang li erebên bakûrê Sûriyê kir di şerê Efrînê de alîkariya YPGê bikin.

15 Sibat 2018 - 08:41
15 Sibat 2018 - 08:41
 0
Sûriye: Bila kurd û erebên bakûrê Sûriyê li dijî artêşa Tirkiyê bibin yek!

Feysel Mîqdad li Şamê civîneke rojnamevaniyê li dar xist. Mîqdad, Amerîka bi wê yekê tohmetbar kir ku dixwaze şerê Sûriyê dirêj bike û got, ev jî dibe sebeb ku sivîlên zêdetir bibin qurbanî.

Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyê li ser êrişên artêşa Tirkiyê li dijî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî ragihand, Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye û ew karê ku Tirkiye li hember Efrînê jî dike, dagîrkerî ye.

Feysel Mîqdad bang li ereb û kurdên bakûrê Sûriyê jî kir li hember artêşa Tirkiyê bibin yek û li ber xwe bidin û ragihand, Sûriyê tedbîrên pêwîst bo şikandina êrişên Tirkiyê li ser Efrînê girtiye.

Wî rayedarê Sûriyê gefa xistina firokeyên şer yên ku êrişî xaka Sûriyê dikin jî xwar û ragihand, her firokeyeka şer ya ku êrişî Sûriyê bike dê were xistin.

Ev nûçe bi tevahî 1482 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:18:50