Keça Qazî Mihemed koça dawî kir

Suheyla Qazî keça demezrînerê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Bonnê yê Almanya koça dawî kir.

25 Sibat 2023 - 04:09
25 Sibat 2023 - 04:09
 0
Keça Qazî Mihemed koça dawî kir

Suheyla Qazî Mihemed di 11.07.1941an de li Mehabadê ji dayîk bûye û di şeva 24-02-2023-an de di temenê xwe yê 82an de koça dawî kiriye. Ew pêncemîn zaroka Pêşewa Qazî Mihemed bû.

Suheyla Qazî şeş xwişk û birayek hebûn; Birayê wê Elî Qazî roja 11.07.2022an koça dawî kir.

Pêşewa Qazî Mihemed serokê Komara Kurdistanê bû, ku di sala 1945an de hatibû damezrandin û 11 meh li ser piya ma. Pêşewa Qazî li Meydana Çarçira ya Mehabadê hat darvekirin.

Ev nûçe bi tevahî 874 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:11:42