Kurdên li Almanyayê li dijî binpêkirinên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan kirin

Hejmareke Kurdên Almanyayê dijîn, li dijî binpêkirinên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê xwepêşandan kirin.

22 Tebax 2022 - 03:50
22 Tebax 2022 - 03:50
 0
Kurdên li Almanyayê li dijî binpêkirinên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan kirin

Li bajarê Dusseldorf yê Almanya, hejmareke ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li dijî binpêkirinên li Serê Kaniyê û Girê Spî û Efrînê xwepêşandan kirin.

Di xwepêşandanê de ku li pêşiya konsulxaneya Amerîka birêve çû, xwepêşanderan daxwaz kirin welatên rojavayî binpêkirinên li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de rawestînin û hewl bidin ku Tirkiyê ji herêmê derxînin.

Herweha xwepêşanderan daxwaza yekrêziya di nav mala Kurd de li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 687 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:37:42