Brîtanya: Piştevaniya ji bo Pêşmerge dê berdewam be

Konsulê Brîtanyayê li gel Wezîrê Pêşmerge civiya.

22 Tebax 2022 - 05:16
22 Tebax 2022 - 05:16
 0
Brîtanya: Piştevaniya ji bo Pêşmerge dê berdewam be

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, şandeke Brîtanî bi Serokatiya Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê David Hentt serdana wezareta pêşmerge kiriye û ji aliyê wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl ve hatiye pêşwazîkirin.

Di civînê de ku çend Şêwirmendên leşkerî yên Brîtanî jî têde beşdar bûn û behsa rewşa li qadê û şerê dijî DAIŞê, hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û herwiha prosesa reforman yên di nava wezareta Pêşmerge de hatiye kirin û şanda Brîtanî ev yek diyar kiriye ku Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina wezareta pêşmerge.

Ev nûçe bi tevahî 599 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:16:17