Leşkerên Amerîkî li Girê Spî bicih dibin

Hat ragihandin, piştî gefên Tirkîyê yên li ser Rojava û YPGê karwaneke leşkerên Amerîkî li Girê Spî tê bicihkirin.

29 Hezîran 2017 - 03:09
29 Hezîran 2017 - 03:09
 0
Leşkerên Amerîkî li Girê Spî bicih dibin

Li gor nûçeya Rûdawê Berpirsekî Encûmena Leşkerî ya Minbicê agahîya bicihkirina leşkerên Amerîkî piştrast kir û wiha axivî: "Hejmarek leşkerên Amerîkayê dê li bajarê Girê Spî belav bibin. Ev tevgera Amerîkayê ya li navçeyê, bersiveke ji gefên Tirkiyê re."

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan 2 roj berê gotibû, hêzên Tirkiyê bi alîkariya Artêşa Sûriya Azad (ASA) 2 hezar kîlometre çargoşe ji axa bakurê Sûriyê kontrol kirine û di paşerojê de dê operasyonên wan ên li herêmê berdewam bikin.

Bajaroka Girê Spî 16ê Hezîrana 2015an ji alîyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ji DAIŞê hatibû rizgarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1403 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:02:22