Li Amedê jinek piştî 72 saetan ji bin kavilan hat rizgarkirin

Li navçeya Rezan a Amedê jinek piştî 72 saetan ji binê kavilên avahiya Yodaşê hat rizgarkirin.

9 Sibat 2023 - 02:59
9 Sibat 2023 - 02:59
 0
Li Amedê jinek piştî 72 saetan ji bin kavilan hat rizgarkirin

Piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6an ên ku navenda wan Bazarcix û Elbistan ên navçeyên Mereşê ku 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ber ketin, xebatên lêgerîn û rîzgarkirinê berdewam in.

Ekîbên ku li taxa 5ê Nîsanê ya Rezanê ji binê kavil deng bihîstin xebatên lêgerîn û rîzgarkirinê li wê xalê zêdekirin.

Di encama xebatên AFAD, UMKE, ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê, cendirme û îtfaiyeyê de Yazgul Çaçan piştî çêbûna erdhejê bi 72 saetan bi saxî ji bin kavilan hat derxistin.

Ekîban jina birîndar li ambûlansê bo nexweşxaneyê veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 692 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:20:07