Li Erzeromê lehî rabû û avê da zêdetirî 200 malan

Li navçeya Hesenkeleh ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ji ber baran û teyrokê lehî rabû û av ket zêdetirî 50 dikan û 200 malan.

22 Hezîran 2023 - 03:19
22 Hezîran 2023 - 03:19
 0
Li Erzeromê lehî rabû û avê da zêdetirî 200 malan

Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê îsal tevî werza havînê ye, lê hej baraneke zêde û zîpik dibare.

Li gor agahiyan li navçeya Hesenkeleh ya ku duh êvarî 21ê Hezîranê baran û zîpikê lê despêkirî heta derengiya şevê berdewam kir.

Piştî barana gur li çendîn taxên wê navçeyê lehî rabû û zêdetirî 50 cihên kar û 200 mal dibin avê de man.

Her wiha bandorê li tirafîkê jî kir û gelek otomobîl di rê de asê man.

Karmendên şaredariyê û tîmên Berevaniya Şaristanî bi makîneyên kar heta derengiya şevê hewldan ava ku ketî dikan û malan vala bikin.

Ev nûçe bi tevahî 571 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:28:44