Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê berf barî

Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji duh êvarî ve barîna berfê dest pê kiriye.

17 Mijdar 2022 - 10:34
17 Mijdar 2022 - 10:34
 0
Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê berf barî

Li parêzgehên wek Erdexan, Çewlik, Erzerom, Qers û Agirî şevê din berf barî.

Li navçeya Golan a Erdexanê heta sibê berf barî û bajar bi berfê spî bû.

Herwiha li navçeya Kanîreş a Çewligê jî şevê din heta sibê berf barî û berfê rûyê bajêr guhert û bajar spî bû. Bi barîna berfê, li ser otombîlên welatiyan berf bilind bû.

Li parêzgehên Qersê û Agirî jî li cihên bilind, ji duh êvarî ve barîna berfê dest pê kiriye û heta vê sibê jî barîna berfê berdewam bû.

Herwiha li parêzgeha Erzeromê jî li çiyayê Palandokenê ji duh nîvro ve barîna berfê dest pê kiriye û kûpîtka çiya bi berfê spî bûye.

Ev nûçe bi tevahî 958 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:52:11