Serokê Hikûmetê û Balyoza Amerîkayê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir û pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

17 Mijdar 2022 - 11:57
17 Mijdar 2022 - 11:57
 0
Serokê Hikûmetê û Balyoza Amerîkayê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Îro 17.11.2022yê li bajarê Duhokê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoz Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir û di hevdîtinê de gotûbêj derbarê rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên dualî yên Herêma Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.

Herwaha herdualî hemfikirbûn li ser wê yekê ku naha derfetekî nû hatiye pêş ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û bi awayekî bingehîn û li ser esasê bingeha destûrê û karnameya hikûmeta nû ya Iraqê.

Serokê hikûmetê amaje bi wê yekê jî kir ku şandeya danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye serdana Bexda bike, bo gotûbêja pirsgirêkan û çareseriya wan di çarçoveya destûrê de.

Ev nûçe bi tevahî 539 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:03:28