Li Mereşê erdhej rûda

Li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.5 erdhej rûda.

20 Cotmeh 2022 - 12:05
20 Cotmeh 2022 - 12:05
 0
Li Mereşê erdhej rûda

Li gor zanyariyên malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) îro di demjimêr 14:34 xulekan de li navçeya Pazarcik a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhej qewimî.

Hat diyarkirin ku erdhej 8.31 kîlometre di bin erdê de û bi pileya 4.5 rûdaye.

Parêzgarê Mereşê Faruk Coşkun bi daxuyaniyekê ragihand, tîmên wan dest bi xebatan kirine û got: “Heta niha ti agahiyeke neyênî nehatiye ber destê me.”

Ev nûçe bi tevahî 525 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:16:31